Înce: Li Tirkiyê pirsa Kurd bi awayekî xeternak pêşde diçe

Çavdêrê Siyasî Vahdettin Înce li ser rewşa pirsa Kurd a li Tirkiyê axivî.
Diyarbekir, wêne: Cesîm Îlhan / K24
Diyarbekir, wêne: Cesîm Îlhan / K24

Hewlêr (K24) - Çavdêrê Siyasî Vahdettin Înce li ser rewşa pirsa Kurd diyar kir; pirsa Kurd li Tirkiyê bi awayekî xeternak pêşde diçe, ku gelek caran êrîş li dijî Kurdan têne kirin.

Vahdettin Înce ji bajarê Stenbolê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser çarenûsa qeyrana siyasî û aborî ya Tirkiyê di sala bê de û li ser pirsa Kurd a li Tirkiyê axivî.

Înce diyar kir: “Rewşa Tirkiyê ji rewşa dinyayê cuda nîne, ev çend sal in ji ber Koronayê (Covid-19) rewşeke baş nîne, çawa ku li hemû dinyayê ev nexweşî hê jî belav dibe, li Tirkiyê jî mixabin heman rewş dewam dike.”

Çavdêrê siyasî Vahdettin Înce destnîşan kir ku Tirkiye ji krîzeke aboriyê derbas dibe, ku di van demên dawî de nirxê Dolar li hember Lîreya Tirkî gelek bilind bû û vê jî krîzeke aboriyê derxist holê.

Înce got: “Hikûmet an jî rayedar û desthilatdar dixwazin vê rewşê û rewşên din hemû weke bi giştiya dinyayê di krîzekê de şîrove bikin, lê belê eger her tişt baş be, normal û asayî bibe, ez jî dikarim welatekî weke Tirkiyê îdare bikim. Divê hikûmet gava krîzek çêbibe, welatê xwe bi silametî bigihîne sahîlê silametê.”

Vahdettin Înce li ser pirsa Kurd jî diyar kir: “Ji dîroka Tirkiyê heta îro rewşeke ku naguhere li pêşiya me ye, ev rewş jî ew e ku Tirkiye dixwaze pirseke mîna pirsa Kurdî nebihîze, yanî ne ku tune be, hebe jî neyê bihîstin, neyê gotin, neyê nîşandan.”

Herwiha destnîşan kir: “Rewşa Tirkiyê ya resmî li hember pirsgirêka Kurd bi awayekî xeternak pêşde diçe. Hinek caran em dibînin ku li Tirkiyê gelek êrîş li dijî Kurdan tên kirin.”