Nexweşiyeke nû li Îsraîlê serî hildide
Navenda Nûçeyan (K24) – Nexweşiyeke nû ya bi navê Florona li Îsraîlê derket holê û ev nexweşî ji hevgirtina vîrusa Koronayê û Înfluenzayê çêbûye.
Rojnameya Yediot Aharonot ragihand; li nexweşxaneyan yekem haleta Florona hatiye tomarkirin.
Nexweşiya duserî ya Korona û Înfluenzayê, vê hefteyê li navendeke bijîşkî hat destnîşankirin û kesa pêketî jin e.
Rayedarên tendirustiyê diyar kirine ku ew jin vaksîn li xwe nedaye, tedawiya wê hatiye kirin û pêketina wê giran nîne û îro înê ji nexweşxaneyê derdikeve.
Wezareta Tendirustiyê ya Îsraîlê li pey haletên bi vê şêweyî ye û lêkolînên xwe didomîne.