Sûriye.. Di sala 2021 de 1271 kes hatin kuştin

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan: Sûriye hîn jî yek ji metirsîdartirîn welatên cîhanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tora Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kir, di sala 2021ê de, 1271 sivîl li Sûriyê hatin kuştin, ji nava wan 104 kes di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan raporek derbarê binpêkirinên di sala 2021ê de li Sûriyê hatin kirin de belav kir û diyar kir, 1271 sivîl li destê aliyên krîzê hatin kuştin, di nava wan de 134 jin û 200 zarok hene.

Li gor raportê, hêzên rêjîma Sûriyê 261 sivîl kuştine, di nava wan 68 zarok û 32 jin hene. Herwiha hêzên Rûsî 65 sivîl kuştine, di nava wan de 32 zarok û 7 jin hene.

Di raportê de hat jî, DAIŞê 7 kes kuştine ku di nava wan de 2 zarok heye. herwiha 24 kes ji aliyê grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatine kuştine ku di nava wan de 3 zarok û 2 jin hene.

Diyar kir jî, 2 sivîl ji aliyê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine kuştin. Li gor raportê jî 820 sivîl ku di nav de 178 zarok û 91 jin hene, ji aliyê aliyên din ve hatine kuştin.

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan destnîşan kir, 75 kes li destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine kuştin, di nava wan 11 zarok û 2 jin hene.

Di raportê de hat diyarkirin, 30 kes ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine kuştin ku ji nava wan 11 zarok û 3 jin hene.

Di raporta Tora Sûrî ya Mafê Mirovan de hat diyarkirin, 104 kes ku di nav wan de 2 zarok û jinekê hene di bin eşkenceya aliyan de hatine kuştin.

Destnîşan kir jî, li hemû navçeyên Sûriyê di encama êrîşên xwekujî û teqînan de, 111 kesên sivîl hatin kuştin, di nava wan jî 51 zarok û 8 jin hebûn.

Di raporê de hat gotin, ji ber xirabbûna rewşa kampên koçberan li herêmên curbicur û ji ber nebûna xwarin, derman û pêwîstiyên jiyanê, hejmarek ji sivîlan canê xwe ji dest dan.

Destnîşan kir jî, li navçeyên HSDê û bi taybet li kampa Holê 76 kes li destê çekdarên nenas ve kuştine, di nava wan 10 zarok û 23 jin hene.

Tora Sûrî ya Mafên Mirov di raporta xwe de diyar kir, “kuştin bi şêweyekî berfireh û sîstematîk ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê û milîsên li aliyê wê şer dikin pêk hatiye.”

Di raportê de hat gotin, berdewamiya kuştina sivîlan li Sûriyê di sala yazdehemîn li ser hev, nîşan dide ku Sûriyê hîn jî yek ji metirsîdartirîn welatên cîhanê ye û ew ji bo vegera koçberan jî, cihekî ne ewle ye.