Aboriya Tirkiyê ya sala 2021 rûxiya

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tirkiye, bi ketina nixê lîre û her roj bilindbûna dolar di sala 2021an de ji aliyê aboriyê ve kete nava rewşeke zor xerab. Enflasyon çû ser ji sedî 22an û jiyana li gorî rojek bere jî her bûhator dibe. Bi ser de di lîsteya Rêza Aboriya Welatên Herî Mezin yê Cîhanê de jî, 3 gavan bi paş de çû û kete rêza 21an.  

Aboriya Tirkiyê ji sala 2018an ve şikestan dixwe û van şikestan heta dawiya sala 2021an jî berdewam kir. Bi kêmbûna nirxê lîre ku di nava salekê de yanî di sala 2021an de zêdetirî ji sedî 80ê nirxê xwe kêm kir di rêza welatên aboriya wan herî mezin de rêzekê bi paş de çû û kete rêza 21an. Li gorî raporta IMFê û Bankaya Cîhanê wê aboriya Tirkiyê di sala 2022an de dakeve rêza 22an jî.

Di lîsteyên ÎMF, Bankaya Cîhanê û Neteweyên Yekgirtî de di sala 2021an de Amerîka bi aboriya xwe ya 22 Trilyon 940 milyar dolaran di rêze yekem de, Çîn bi 16 trilyon û 864 milyar dolaran di rêza dûyem de, Tirkiye jî wê bi aboriya xwe ya 793 milyar dolaran di rêza 23an de cih bigire. Di salên 2017-18 û 19an Tirkiye di van lîsteyan de di rêza 18an de bû. Li gorî desthilata Tirkiyê hemû hêz û dewletên derve helw didn aboriya Tirkiyê têk biçe, lê Wezîrê Karên Derve yê Berê Tirkiyê Yaşar yakış ne di wê baweriyê de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Berê Tirkiyê Yaşar Yakiş ji K24ê re got:  “Ew îddîaya ku desthilat berdewam bi lêv dike ku hemû hêz û dewletên derve dûjminê Tirkiyê ne û wê manîpule dikin bi min hîç rast nayê. Hemû welat li gorî rewşên nû pozîsyonên xwe radigirin. Dema li Tirkiyê mal û milk arzan dibin, dibêjin em berê xwe bidin Tirkiyê, lê dema bûha dibe vedilkişin, yanî helwest nîşandayîn prensibeke diplomasî û aboriyê, ya navdewletî ye, ne dijminatî.”

Sala 2021an ji bo Tirkiyê saleke zor xirab bû. Lîre li gorî pereyên 20 welatên cîhanê nirxê xwe gelekî kêm kir. Dolar ji sedî 86, Euro ji sedî 73, nirxê xwe li beramberî Lîreyê Tirkiyê zêde kir. Heta bi Rîyalê Îran û Erebîstana Siûdî jî ji sedî 86 xwe zêde kirin li dijî lîre. Li gorî lêkolîner û pisporê Aboriyê Faruk Karadaxî jî kêşe ne tenê aborî herwiha siyasî ye jî.

Pisporê Aboriyê Faruk Qeredaxî dibêje: “Gewretirîn kêşeyê Tirkiyê be rayê min mitmane ye. Veberhênerî derve mitmane nemawe be Turkiyê ka bê lîre veberhênan bike. Vaye kird dolar û Euro lem welate kêm bibe. Pêwîstî bi çaksaziyeke zor zor gewre heye. Tenha aborî niye. Kêşeyî siyasî heye, kêşeyî mafî mirovan heye, lem welate kêşeyî zindanekan heye. Hakimên Ewropî dawa eke ew rojnamenas û siyasîyekanî le zindanan azad bikirên. Mixabin ev qeyran tenê bi planekê yan jî bi pakêteke çareser nabe..”

Li gorî rapor û analîzen sala 2021an, ji bo Tirkiyê wê sala 2022an hîn xeternaktir be. Tê gotin di vê salê de wê li Trkiyê proseya hîperenflasyonê dest pê bike. Yanî hilewesan wê biçe ser ji sedî 40an heta 50an. Ev jî ji xwe bûhayên ku ji sedî 200 zêde bûbûn dinava salê de wê di sala nû de hîn zêdetir bike. Wek mînak lîtreya sotemeniya wesayîtan ya benzînê di destpêka sala 2021an de li dor 6 lîreyan bû, lê di dawiya salê de çû ser 12 lîre û 44 qirûşan. Herwiha rûnê malê yê xwarinê ku pêdiviyeke sereke ye ji 10 lîreyan çû heta 44 lîreyan. Ev amar û bilindbûna enflasyonê û herwiha ketina nirxê lîre û her bilindbûna dolar hemû pergala aboriyê ya Tirkiyê têk dbe û dibe sedema peydabûna bazara reş. Ev jî ji bo welatên ku lê qeyrana aborî rû didin ên wek Tirkiyê xeternaktirîn rûdane.