Li Başîkê bi mûşekan êrîşî binkeya serbazî ya Tirkiyê hat kirin

Şeva din zêdetirî 10 mûşek arasteyî binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê ya li navçeya Zêlkan a ser bi Başîkê hatin kirin.

Hewlêr (K24) – Şeva din zêdetirî 10 mûşek arasteyî binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê ya li navçeya Zêlkan a ser bi Başîkê hatin kirin.

Duh bi şev ku duyemîn salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis bû, li Başîkê zêdetirî 10 mûşek bi ser binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê de hatin kirin.

Artêşa Tirkiyê li ser vê êrîşa mûşekî hîn zanyariyek belav nekiriye û zirar û ziyanên giyanî û malî yên serbazî ranegihandiye.

Herwiha ti aliyek berpirsyariya vê êrîşa mûşekî negirtiye ser xwe.