Mamosteya zimanê Kurdî tê sizadan

Encûmena Nûjîn: Ev siza nedadperwerî ye.
Mamoste Zara Mihemedî
Mamoste Zara Mihemedî

Hewlêr (K24) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê mamosteke zimanê Kurdî, ku sizayê pênc sal zindanîkirinê bi ser wê de hatiye sepandin, ji bo cîbicîkirina siza hat bangkirin û siza bi ser wê de tê cîbicîkirin.

Zara Mihemedî ku endama Encûmena Nûjîn û mamosteya zimanê Kurdî ye li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, sala borî ji ber çalakiyên li Rêxistina Nûjîn, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve cezayê 10 sal zindanîkirinê jê re hatibû birîn, piştre ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve cezayê wê bo pênc sal hatibû kêmkirin.

Encûmena Nûjîn di ragihandinekê de ev ceza weke nedadperwerî û bê belge bi nav kir.

Encûmena Nûjîn rêxistineke ferhengî û edebî ye, li bajarê Sineyê li ser wêje û zimanê Kurdî dixebite.