Li Îranê ji ber lehiyê 8 kesan canê xwe ji dest dan
Hewlêr (K24) – Ji ber barana zêde li başûrê Îranê lehî rabû û di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand; ji ber baran û rabûna lehiyê li başûrê Îranê, 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes winda ne û 14 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ji ber lehiyê piraniya zeviyên çandiniyê û xanî û gund zirar dîtine.
Heyva Sor a Îranê jî daxwaz kir; cih ji bo 3000 kesan werin amadekirin û divê alîkarî bigihînin 20 hezar kesên zirardîtî.
Herwiha Heyva Sor a Îranê ragihandiye ku 500 tîmên rizgarkirinê gihîştine hawara xelkê û heta roja înê ev pêla baranê dê berdewam bibe.