Li Tirkiyê enflasyon derket asta dîrokî

Li gorî ragihandina Saziya Amarên Tirkiyê TUIKê bi rêjeya ji sedî 36,08an helawsana (enflasyon) sala 2021ê di 20 salên dawîn de gihîştiye asta xwe ya herî bilind.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li gorî ragihandina Saziya Amarên Tirkiyê TUIKê bi rêjeya ji sedî 36,08an helawsana (enflasyon) sala 2021ê di 20 salên dawîn de gihîştiye asta xwe ya herî bilind. Eniya Muxalefetê ji ber helawsana asta herî bilind û zamên tên kirin ku her barê welatiyan girantir dibe rexneyên tund li desthilatê digirin. 

Ligel planên bergirî û paketên reforman jî aboriya Tirkiyê gav bi gav şikestên mezin dixwe. Ji aliyê Saziya Amarên Tirkiyê ve hate ragihandin ku asta helawsan yanî enflasyonê di dawiya sala 2021an de bûye ji sedî 36.08. Li gorî vê Amara hatiye ragihandin ev asta enflasyonê asta herî bilind ya 20 salên dawîn a Tirkiyê ye.

Li gorî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ligel ku bi van amaran hatiye lîstin jî, mixabin di qada hilberîneran de enflasyon çûye ser ji sedî 80an. Welatiyên li Tirkiyê jî bi şêweyekî neçar û dahatûyeke nediyar li proseyê temaşe dikin.

Welatiyek dibêje: “Em hatine ji xwe re eşya bistînin, lê giran e, em nikarin bistînin. Çi bikin? Zengîn ji xwe zengîn e, feqîr jî bila bi gevize heta rih derdikeve.”

Welatiyekî din jî diyar dike: “Wele kes nikare êdî jiyana xwe berdewam bike. Dinya zehf zor bûye. Heta serokê Tirkiyê wiha li ser Tirkiyê be dê hê xirabtir bibe. Ji xwe em çûn ji ber ku em Kurd in. Bila hinekî berîkên wan jî bişewitin belkî aqilê wan bê serê wan. Heger aqilê wan neyê serê wan dê wiha be.”

Piştî rêjeya enflasyonê hate ragihandin dolar jî di nava rojê de bilind bû û hate asta 13 lîre 600 qirûşên Tirkiyê. Euro jî xwe nêzîkî 16 lîreyan kir û vegeriya. Vê rûdanê rojane bandor li danûstandina welatiyan kir û hin welatiyên dixwestin ji bazarê danûstandina pêdiviyên xwe yên sereke bikin dest vala vegeriyan malên xwe.

Welatiyekî destnîşan kir: “Her roja ku em radibin enflasyon zêde dibe, dolar û Euro zêde dibe. Yanî tu çi bikî jî vale ye. Tu yek kar dikî, mesrefa te diçe sê û çaran. Nikarî meha xwe derbas bikî.”

Welatiyek din jî eşkere dike: “Wele ji welatiyan re dibêjin herin bimirin. Ez xanenişîn im, distînim 4 hezar lîre. Ji ber ku her tişt bi awayekî derasayî biha bûye bi rastî jî halê me ne tu hal e. Xwedê alîkarê her kesî be.”

Li gorî pisporan ev asta helawsanê di rojên pêş de wê bibe sedama hin zemmên nû jî. Ew kêm mûçeyê ku hatibû asta 4 hezar û 250 lîreyan jî wê bi bilindbûna dolar û enflasyonê bêhtir bihele. Enflasyona ku di sala 2019an de di asta 11,84an de bû di dawiya sala 2020an de gihîşte 14,60an û di dawiya sala 2021an de jî hate asta herî krîtîk ji sedî 36,08an. Bi boçûna aborînasan ger pêşî li ber enflasyonê neyê girtin wê di demeke nêzîk de welatiyên Tirkiyê li gorî sala berê ji sedî 50 xîzantir bibin. Ev jî ji bo aramiya welatî rûdaneke metirsîdar e.