Buldan: Emê bi tîfaqa mezin ya demokrasiyê dawî li desthilata AKP û MHPê bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan da xuyakirin, ewê bi tîfaqa mezin ya demokrasiyê dawî li desthilata AKP û MHPê bînin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, li Parlamentoya Tirkiyeyê, di civîna Fraksiyona partiya xwe de axivî û bal kişand li ser lêpirsîna ku derbarî Şaredariya Stenbolê ya CHPê de hatiye vekirin.

Buldan got, desthilat hê jî tola şikestina xwe ya Stenbolê ji aliyan vedike û got, lê çawa li Stenbolê şikestin xwar, bi hevpeymaniya mezin a Demokrasiya, ewê dawî li desthilatê jî bînin.

Buldan ji ber azadkirina êrişkarê li ser avahiya HDPê ya Stenbolê jî rexneyên tund li desthilatê girtin û got, helwestên wiha tên wateya handan û berdewamiya êrişan.