Hunermenda Misrî Maha Ebû Auf piştî têkoşîna bi nexweşiyê re koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Misrî Meha Ebû Auf îro di 65 saliya xwe de ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Qahîreyê koça dawiyê kir.

Endamê Encûmena Sendîkaya Pîşeyan Aktoriyê Mûnîr Mekrem îro nûçeya koça dawiyê ya Meha Ebû Auf ragihand û diyar kir, termê wê dê îro li bajarê Nesr a Qahîreyê were veşartin.

Hunermenda koçkirî di sala 1956an de li Qahîre ji dayîk bûye, ji malbateke hunerî ye ku bavê wê muzîkjenê diyar Ehmed Şefîq Ebû Auf e û birayê wê stêrk û muzîkjen Izat Ebû Auf e ku berî çend salan koça dawî kir.

Meha Ebû Auf bi birayê xwe Izat Ebû Auf û sê xwişkên xwe re di dawiya salên heftêyî yên sedsala borî de koma bi navê “4 M” damezrandibûn.

Hunermend Meha Ebû Auf di zêdetir ji 35 zincîreyên dramaya televizyonî de beşdar bûye, zêdetir ji 21 filmên wê hene.