Mezlûm Ebdî: Pêwendiyên me bi hikûmata Şamê re qut nebûne

Fermandarê Giştî yê HSDê tekez dike jî, ti pirsgirêkên wan bi Herêma Kurdistanê re tune ne
Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, pêwendiyên wan bi hikûmata Şamê re qut nebûne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de bi Enstîtuya Lêkolînên Washingtonê re ragihand, pêwendiyên wan bi hikumetê re berdewam in û nehatine birîn, lê hikumet hîn jî ji çareseriyê re ne amade ye.

Ebdî diyar kir, ew dixwazin pirsgirêkên di navbera wan û Şamê de çareser bibin, lê hikûmeta Şamê bi helwesta `aliyê serkeftî` serederiyê dike û dixwaze biryarên xwe bisepîne û vegere pêş sala 2011an.

Li ser pêwendiyên bi aliyên opozisyona Sûriyê jî Mezlûm Ebdî diyar kir, pêwendiyên wan bi opozîsyonê re ne baş in, bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.

Fermandarê Giştî ya HSDê got jî, ew pêşbîn dikin îsal guhertin di proseya siyasî ya Sûriyê de çêbibin.

Derbarê pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re, Fermandarê Giştî yê HSDê got, ti pirsgirêkên wan bi Herêma Kurdistanê re nînin û ew hewl didin pêwendiyan bi her kesî re, bi hemû partiyan û serkirdeyên wan re deynin.”

Mezlûm Ebdî tekez kir jî, divê Kurd nakokiyên xwe bi diyalogê çareser dikin û rijandina xwîna Kurdan heram e.”

Derbarê Tirkiyê de jî Mezlûm Ebdî got, ew dixwazin nakokiyên xwe yên bi Tirkiyê re bi riya diyalogê çareser bikin, ji ber ku HSD çendîn caran eşkere kiriye, ew ne aliyekî şerê di navbera Tirkiye û PKKê de ye.