Li Rojhilatê Kurdistanê tankereke sotemeniyê wergeriya

2 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê tankereke sotemeniyê wergeriya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin; şofêrê tankerê û keseke din ku jineke 55 salî ye, di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, 6 birîndar jî ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Herwiha hat diyarkirin ku beriya gihîştina tîmên rizgarkirinê, nişteciyên deverê gihîştine hawara xelkê û hejmarek ji wan rizgar kirine.

Li gor zanyariyên destpêkê, di bûyera şewatê de ku ji ber rijîna sotemeniyê bûye, 25 xaniyên li nêzîkî bûyerê şewitîne û agir bi 15 otomoblan ketiye.

Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê – Sine ragihand; agir bi temamî hatiye kontrolkirin.