Zara Mihemedî: Xwelî li serê wî dijminî be ku hêviya xwe bi zindanê ve girê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Zara Mihemedî Berpirsa Komeleya Nûjîn û mamostaya zimanê Kurdî, duhî 8ê Çileya 2022an piştî nîvro, ji bo 5 salan di Zîndana Jinan a Sine de hat girtin.

Komeleya Çandî-Civakî ya Nûjîn roja 2ê vê mehê ragihandibû, Zara Mihemedî piştî redkirina dosyaya wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve, ji aliyê Dezgeha Dadweriya Sinê ve 5 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Zara Mihemedî sala borî ji ber çalakiyên li Rêxistina Nûjîn, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve cezayê 10 sal zindanîkirinê jê re hatibû birîn, piştre ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve cezayê wê bo 5 salan hatibû kêmkirin.

Mamoste Zara Mihemedî bi tohmeta “avakirina komekê ji bo têkbirina ewlehiya netewî” hatiye tawanbarkirin.

Zara Mihemedî sala 1990an li gundê Serawleya Dêwlan ê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Li Zanîngeha Sine li ser Cografiya Siyasî mastera xwe temam kir. Di Gulana 2019an ji aliyê Îstixbarata Îranê ve hatibû girtin.

Komeleya Nûjîn bertek nîşanî tohmetên li ser Zara Mihemedî da û got: “Zara Mihemedî têkiliya wê bi tu partî û tevgereke siyasî re nîne, bi zorê û di bin zextê de îtîtaf jê hatiye standin. sûcê wê tenê fêrkirina zimanê Kurdî ji zarokan re ye.”

Xanim Mihemedî beriya ku xwe radestî girtîgehê bike, di axaftinekê de ku li ser torên civakî de hate belavkirin got: Ew ne dixwaze zimanê Kurdî fêr bike, lê ew dixwaze sîstema perwerdeyê hemû bi Kurdî be.

Mamoste Zara Mihemedî got jî: “Xwelî li serê wî dijminî be ku hêviya xwe bi zindanê ve girê dide.”

Zara Mihemedî herwiha got, wê pêştir daxwaza alîgirên xwe ji bo dayîna kefalet û çûna derveyê Kurdistanê red kiribû û ji wan re gotibû, li şûna çûyîna derveyî welat, ew ê biçe zindanê.

Ev çend roj in nûçe û wêneyên mamote Zara Mihemedî li ser torên civakî bi awayekî berfireh belav bûne û piştgirî jê re tê kirin.