Dedeoglu: Zext û fişareke zêde li ser çapemeniya Kurdî heye

Rojnamevan û rêxistinên çapemeniya li Tirkiyê her sal 10ê Rêbendanê wek Roja Rojnamevanên Dixebitin pêşwazî dikin
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Rojnamevan û rêxistinên çapemeniya li Tirkiyê her sal 10ê Rêbendanê wek Roja Rojnamevanên Dixebitin pêşwazî dikin. Lê belê rêveberên komeleyên rojnamevanan û rojnamevanên li qadan dixebitin dibêjin ji ber êrîş, fişar û tundiyên di salên borî de li ser van tên kirin êdî bo wan wateya rojê û cejnê nemaye. Rêveber dibêjin herî zêde zext li ser çapemeniya Kurdî heye. rojnamevan jî amaje dikin bi hezaran hevkarên wan niha bêkar in û bi dehan ji wan jî girtî ne.

Li Tirkiye û Bakurê kurdistanê ji sala 1961an heta niha bênavbera ev 61 sal in 10ê Rêbendanê ango Çile wek Roja Rojnamevanên Dixebitin ku ev roj tenê li Tirkiyê heye tê pîrozkirin. Bi nêzîkbûna vê rojê di salên dawî de ji ber zêdebûna zextên li ser rojnamevan û saziyên çapemeniyê komleyên rojnamevanan û rojnamevanên ku li kolanan li qadan kar dikin dibêjin ev roj êdî ji bo wan ne cejn ne jî rojeke pîroz e ku pêşwazî bikin.

Turgut Dedeoglu ku rêveberê Sendîkeya Dîsk Basin Îşê ye û di heman demê de karê rojnamegeriyê berdewam dike dibêje êdî bo wan wateya cejna rojnamevanan nemayeû di salên dawî de herî zêde fişar li ser rojnamevan û dezgehên çapemeniya Kurd hatine kirin û dengê wan hatiye birîn.

Rêveberê Sendikeya Dîsk Basin Îşê Turgut Dedeoglu ji K24ê re got: “10ê Rêbendanê ya rast tenê li Tirkiyê wek cejna rojnamevanan tê pîrozkirin. Lê belê êdî tu wateya wê ya cejnê nemaye. Ji ber ku zext, fişar û tundiya li ser rojnamevanan di asta herî jor de ye. Taybetî li ser rojnamevan û saziyên kurdan yên çapemeniyê ev yek zêdetir e. Li bajarên Kurdan êrîşên li ser rojnamevanên Kurd zêde bûne û rojnamevanên Kurd bi cezayên hetahetayî tên sizakirin. Rewş her roj ber bi xirabiyê ve diçe bo rojnamevanan.”

Rojnamevan Hayrî Demîr jî tevî gefa kuştin û dozên ku derbarê wî de hatine vekirin ev bi salan e li Bakur û Tirkiye karê rojnamegeriyê dike diyar dike bi hezaran hevkarên wî niha bêkar in û tên darizandin û bi dehan rojnamevan jî di girtîgehan de ne.

Rojnamevan Hayrî Demîr dibêje: “Piştî derbeya 2015an bi hezaran rojnamevan bêkar man. Niha zêdeyî 60 rojnamevan hê jî di zindanê de ne. Li gel vê yekê niha nêzî 300 rojnamevan tenê ji ber ku karê xwe kirine tên darizandin. Tenê di meha Berfanbara 2021an de ji bo 67 rojnamevanan hezar û 300 sal cezayê girtigehê hate xwestin. Niha sê dozên min hene û ji bo min jî 39 sal ceza tê xwestin û her roj li ser medyaya civakî gefa kuştinê li min tê xwarin ji ber nûçeyên min.

Herwiha li gorî rêxistina Navnetewî ya Rojnamevanên Sînornenas Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de, li nav 180 welatan di rêza 153emîn de ye û din ava 5 salên borî de 10 hezar rojnamevan ji ber ku tenê karê rojnamevaniyê kirine li Tirkiyê ji kar hatine dûrxistin.