Berhem Salih pîrozbahiyê li Şaxewan Ebdullah dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Iraqê Berhem Salih pîrozbahiyê li Şaxewan Ebdullah dike ku wek Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê hat hilbijartin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih peyamek arasteya Şaxewan Ebdulla kir û nivîsî: “Germ û xweştirîn pîrozbahî li we dikim, bi boneya hilbijartina we wek Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim di erkê we de, ji bo cibicîkirina daxwaz û hêviyên welatiyan.”

Duhî Encûmena Nûneran a Iraqê yekem civîna xwe girê da û tê parlemanterê Fraksiyona PDKê Şaxewan Ebdullah, wek Cîgirê Duyem ê Serokê Encûmana Nûneran hat hilbijatin.