Endamekî Şepêla Pêşeroj li Dirbêsiyê hat revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Partiya Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê li Dirbêsiyê hat revandin. Şepêla Pêşeroj jî, çekdarên ser bi PYDê bi revandina wî tometbar dike.

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yên Şêpêla Pêşerojê di daxuyaniyekê de ragihand,“Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) endamê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yên Şêpêla Pêşerojê û endamê Xwecihiya Dirbêsiyê ya ENKSê Ebdilrehîm Temê li gundê Til Xezal revand û ber bi cihekî nediyar ve bir û malbata wî jî li ser rê bi cih hîşt.”

Şepêla Pêşeroj di daxuyaniya xwe de, berpirsatiya selametî û jiyana Ebdilrehîm Temê xist stûyê PYDê û daxwaz jê kir ku di dimildest wî û hemû girtiyên siyasî serbest berde û dest ji kiryarên dijminane yên li dijî partî, serkirde û alîgirên ENKSê berde.

Li Rojavayê Kurdistanê û ji destpêka krîza Sûriyê ve di Adara 2011ê de, her car endam û serkirdeyên ENKSê tên revandin û hejmarek ji wan jî hatin kuştin û nivîsgehên wan rastî êrîş, şikandin û şewitandinê tên, ENKS jî berpirsatiya wan kiryaran dixe stûyê hêzên ser bi PYDê ve.