ENKS û Balyozê Amerîkî rewşa Rojavayê Kurdistanê û vekirina deriyê Pêşabûrê gotûbêj kirin

Şandeke serokatiya ENKSê bi Balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Balyozê Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê civiyan û binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve û kiryarên wan yên bûne sedema girtina deriyê Pêşabûrê gotûbêj kirin.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuiyaniyekê de ragihand, duhî 10/10/2022an şandeke serokatiya ENKSê ku ji Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso û Feysel Yûsif pêk dihat, bi Balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl re civiya.

Di daxuyaniyê de hat, aliyê ENKSê di civînê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan ligel aliyên Amerîkî û giringiya piştevaniya wê ji bo aramiya navçeyê kir ku ji ber têkçûna rewşa aborî û bandorên wê yên nerênî, welatî neçar dibin koçber bibin.

ENKSê di civînê de amaje bi binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi PYDê ve yên li dijî ENKS kir û got ku kiryarên wan grûpan bûne sedema girtina deriyê Pêşabûrê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, vê yekê jî hîştiye rewşa welatiyan xirabtir bibe û deriyê wan ê sereke were girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Balyozê Amerîkî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên li gel ENKSê û piştevaniya welatê xwe ji bo aramiya navçeyê kir û got ku ew ê bi aliyên pêwendîdar re wan pirsgirêkên ku di civînê de hatine gotûbêjkirin çareser bike.

Herwiha di daxuyaniya ENKSê de hat: “Balyozê Amerîkî got jî, Amerîka hewla vekirina deriyê sînorî dide, ji bo bikaranîna wê di warê aborî û mirovahî de, bêyî ku ti pirsên din bikevin karê wî derî, yan astengî li pêş çêbibin.