Artêşa Iraqê li rêbenda Mexmûrê rêgiriyê li kasibkaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Iraqê li rêbenda Mexmûrê rê nade kesibkar xwarin û kelûpelan ji Hewlêrê derbasî Mexmûrê bikin, ji ber wê jî kesibkar li ber wê rêbendê kom bûne û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Kesibkarekî Mexmûrê ku beşdarî wê xwepêşandanê bûye ji K24ê re got, ji heyama 8 rojan ve ye ew rêbend rê nade xwarin û kelûpelî ji Hewlêrê ve bêne anîn, em jî dixwazin ev qedexe nemîne.

Got jî: Leşkerên li ser wê rêbendê ji me re dibêjin, divê em tenê xwarin û kelûpelên Iraqî ne bînin. Tiştê Iraqê jî tune ye, ma em ji kû bînin. Em bang li Serokwezîr Mistefa Kazimî dikin, destêwerdanê bike û vê pirsgirêkê çareser bike, ji ber ku ev qedexeya tê kirin, kuştina xelkê û erebkirina deverê ye.”

Welatiyekî din ê Mexmûrê ji K24ê re got: “Ev rêbend wek diktator serederiyê bi me re dike û cudahiyê dixe navbera netewa Kurd û Erebî.”

Peyamnêra K24ê li Mexmûrê li cihê xwepêşandanê da zanîn, kesibkaran rê girtine û agir li ser rê dadane û daxwaz dikin hikûmeta Iraqê vê qedexeyê hilweşîne.