Papayê Vatîkanê pêşwazî li hunermenda Kurd kir

Hunermenda Kurd a Rûsyayê Dame Svetlana Kasyan serdana Papayê Vatîkanê kir.

Moskow (K24) – Hunermenda Kurd a Rûsyayê Dame Svetlana Kasyan serdana Papayê Vatîkanê kir û albûma xwe ya nû ya stranan pêşkêş kir.

Dame Svetlana Kasyan ji K24ê re behsa naveroka hevdîtina xwe ya bi Papayê Vatîkanê re kir û ragihand ku wê albûma xwe ya nû diyarî kiriye.

Kasyan got: “Papa behsa serdana xwe ya Iraqê ji min re kir û got 'Ez dizanim li Iraq û Sûriyê çi diqewime'. Ew agahder e ku gelê me di çiqas dijwarî û taliyê re derbas bûye û çiqas êş kişandiye, loma weke wî got; 'Divê em alîkarî û piştevaniya wan bikin û ji bo wan dua bikin.”

Hunermenda Kurd ragihand: “Papa Fransîs berhema min a Kurdî guhdarî kir û gelek kêfxweş bû û got; 'Ez stranên wisa pir hez dikim'.”

Dame Svetlana Kasyan herwiha got: “Papayê Vatîkanê destxweşî li min kir ji ber belavkirina vê albûma navnetewî û got; 'Ez duaya xêrê ji bo gelê Kurd dikim'.”