Hêzên Tirkiyê 9 gundên Kobanê, Eyn Îsa û Girê Sipî dan ber topbaran

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê vê 15 gund ên Kobanê, Eyn Îsa û Girê Sipî dan ber topan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de belav kir, hêzên Tirkiyê bi awayekî eşkere peymana Kêmkirina Rageşiyê ya sala 2019’an binpê dike û bi awayekî hovane gundan topbaran dike.

Diyar kir jî, duhî êvarê hêzên Tirkiyê bi top û mûşekan gundên Kolteb û Goran ên Kobanê û gundên Kor Hesen, Xirbet Baqir û Bîr Nasir ên gundewarên rojavayê Girê Sipî topbaran kirin.

Da zanîn jî, gundên El-Xalidiye, Hoşan El-Sefawiye û El-Fatisa li gundewarê Eyn Îsa yê bi top û mûşekan hatin armanckirin.

HSD amaje bi wê de, Ji duhî danê êvarê ve zêdeyî 60 top û mûşekan li wan gundên navborî ketine.