Di doza kuştina Tahîr Elçî de 3 jê polîs 4 kes tên darizandin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Dadgeha Diyarbekirê rûniştina çaremin ya doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî birêve çû. Parêzer û malbatê dixwestin ku Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu di dadgehê de were guhdarîkirin, lê belê ev daxwaz hat redkirin. Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu got; Tahîr Elçî bi awayeke plankirî hat kuştin. Rûniştina 5emîn ya dozê ji bo 15ê Hezîranê hat paşxistin.

Li Dadgeha Sizayê Giran ya 10emîn ya Diyarbekirê 4emîn rûniştina doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî birêve çû. Parlementerên HDPê û CHPê, Serok û rêveberên Yekitiya Baroyan Tirkiyeyê, endamên Rêxistina Lêborînê, rêxistinên parastina mafên mirovan, parêzer û malbata Elçî beşdarî rûniştinê bûn. Parêzeran dixwestin ku Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Ehmed Davutoglu ku gotibû, “kuştina Tahîr Elçî kûştineke siyasî ye” di dadgehê de were guhdarîkirin lê ev daxwaza wan hat redkirin. Yekitiya Baroyan ya Tirkiyeyê (TTB) jî wekî mudaxîl hat qebûlkirin. Serokê TTBê parêzer Erînç Sagkan got; divê dadgeh bûyera kuştina Tahîr Elçî ronî bike û ev doz bêsiza nemîne.

Serokê Yekitiya Baroyan Ya Tirkiyeyê Erînç Sagkan ji K24ê re got: “Di nava bajar de serokê baroyê hat kuştin. Divê ev bûyer were ronîkirin, divê doza kuştina Tahîr Elçî kûjer nediyar nemîne. Divê ev doz bêsiza nemîne. Heger ev doz zelal bibe dê ev yek nîşan bide ku ev welat welatê dadweriyê ye.  Ji aliyê me ve girîng bû ku em wekî mudaxîlê vê dozê werin qebûlkirin. Em hêvî dikin ku biryareke wijdanan rihet bike bê dayîn.”

Parêzer û berevanên doza Tahîr Elçî li ber derê dadgehê kongreyeke rojnamegherî li dar xistin. Serokê Baroya Diyarbekirê parêzer Nahît Eren nameya kesekî hikumxwarî yê bi navê Denîz Ataş pêşkêşî dadgehê kir û got; Denîz Ataş, ji dozeke din hatiye girtin lê dozgerekî bi navê Kenan K. xwestiye Denîz Ataş bibêje wan her du endamên PKKê yên ku wê rojê du polîs kuştine Tahîr Elçî jî kuştin. Nahît Eren got, dagehê daxwaza wan ya darizandina dozgerê bi navê Kenan K. Red kir. Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî got; du endamên rêxsitinê 13 kîlometreyan di nava bajêr de hatine şopandin lê nehatine sekinandin, ji ber vê yekê Tahîr Elçî bi awayeke plankirî hat kuştin. Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen jî got ku; divê qeydên vîdeoyên winda yên dema kuştina Tahîr Elçî jî werin dîtin û di nava dosyeyê de cih bigirin.

Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Ahmet Ozmen dibêje: “Hin vîdeoyên ku hatine jêbirin hene, hin vîdeoyên hatine veşartî hene, hin vîdeoyên ku hatine windakirin hene. Ev hemû ji aliyê hin kesan ve tên jêbirin, veşartin û windakirin. Ev ne tesadûf e. Heger ev vîdeo derkevin holê, dê ji aliyê destnîşankirina kûjer û bûyerê ve gelek delîl jî derkevin holê.”

Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de li ber lingên Minareya Çarling ya li nava Sûr a Diyarbekirê hat kuştin. Di dozê de 3 jê polîs û yek jî endamê PKKê çar kes tên darizandin. Her sê polîs bi riya deng û reng beşdarî rûniştinê bûn. Daxwaza girtina her sê polîsan jî hat redkirin. Ji bo her sê polîsan bûna sedema mirina kesekî tevî texsîra bi zanebûn ji 3 salan heta 9 salan, ji bo gumandar endamê rêxistinê jî 3 caran sizayê girtîgehê yê heta hetayê û 45 sal saziyê girtîgehê tê xwestin. Dadgehê rûniştina 5emîn ya dozê bo 15ê Hezîran 2022an paşxist.