Baregeha PDKê li Bexdayê rastî êrîşekê hat

Bombeyek hate avêtin hewşa Baregeha Liqê 5 û Malpera (altaakhipress) ya PDKê li Bexdayê
PDK
PDK

Navenda Nûçeyan (K24) – Bombeyek hate avêtin hewşa Baregeha Liqê 5 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê.

Malpera Fermî ya PDKê ragihand, îro 13/1/2022an danê sibê, bombeyek hate avêtin hewşa Baregeha Liqê 5 û Malpera (altaakhipress) ya PDKê.

Wî jêderî da zanîn jî, di encama avêtina bombeyê de, ti ziyaneke canî nebûn.