Keşnasî hişyariyê dide: Baran berdewam dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Keşnasiyê û Erdhejan a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de hişyariyê dide ku ev pêla baranê berdewam dibe û eger heye li hin cihan asta avê bilind bibe.
Rêveberiya Keşnasiyê û Erdhejan di daxuyaniyekê de ragihand, ev pêla baranê heta roja Duşema bê berdewam dibe û eger heye asta avê li hin cihan bilind bibe.
Li Hewlêrê ji ber barîna baraneke xurt, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek ji riyan ji ber rabûna lehiyan û kombûna avê hatin girtin û astengî ji welatiyan re derxistine.
Di vê derbarê de Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hemû tîmên hawarhatinê û berevaniya şaristanî di rewşa amadebaşiyê de ne û her kesê metirsî li wî çêbibe, divê pêwendiyê bi tîmên wan re bike.