Tanrikûlû: Divê Kurd zimanê Kurdî her tim li rojevê bihêlin

Civîna çapemeniyê ya Sezgîn Tanrikûlû
Civîna çapemeniyê ya Sezgîn Tanrikûlû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikûlû bi endamên çapameniyê re civîn lidarxist û bersiva pirsên çapameniyê yên li ser meseleyên rojê da. Tanrikûlû ji mijara dersên bijarde yên Kurdî heta qeyrana aborî, rakêşiyên li ser avahiyên kaçax û navê serokê Partiya Nijadperestî Dewlet Baxçe li daristana çiyayê Çilsiwaran kirine û pirsên din ku hatin pirsîn da.

Tanrikûlû bal kişand, divê Kurd zimanê Kurdî her tim li rojevê bihêlin û mafê dersên bijarde jî heta dawî bi kar bînin û bangewazî jî kir ku bila her zarok di zimanê xwe yê zikmakî de, dersên bijarde bibijêre.

Parlamenterê CHP’ê destnîşan kir jî, bi polîtîkayên qayûman û ewlekariyê hiqûq ji holê hatiye rakirin û di encamê de jî hem qeyranên aborî, hem jî qeyranên siyasî û civakî her diçe kûr dibin.

Di civînê de, peyamnêrê Kurdistan24 jî gotara Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ku gotibû ‘ez jî ji peyva Kurdistanê nerihetim’ pirsî û Sezgîn Tanrikûlû da zanîn, plansaziyeke partiya wan ya li ser çareseriya pirsa Kurd heye û balê kişand ku şandeke wan jî sedana herema Kurdistanê kiribû. Parlamenterê CHPê anî ziman ku ew nikare di ciyê Kiliçdaroglû da bersiv bide, lê wisa dizane ku di nav atmosfera ku Kiliçdaroglû lêbûye ew gotar hatiye gotin.

Li ser mijara navê Dewlet Baxçelî li daristana li çiyayê Çilsiwaran kirinê jî, Tanrikûlû anî ziman ku kesên tiştên der destûrî dikin, xwe dispêrin pişt navê Baxçelî û qananta wî ew e ku ew mesele jî bi wî rengî pêk hatiye.