Êrîşeke mûşekî li dijî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin

Hewlêr (K24) – Li Bexdayê êrîşeke mûşekî li dijî avahiya Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin.
Jêderên ewlehiyê yên Iraqê ragihand; sîstema berevanî ya mûşekî ya balyozxaneyê bersiva mûşekan daye.
Herwiha li Balyozxaneya Amerîkayê zengilê agahdarkirinê hatiye lêdan.
Li gor kesên nêzîkî balyozxaneyê, dengê sê teqînan li Devera Kesk a Bexdayê hatine bihîstin.
Jêdereke ewlehiyê ji medyayê re ragihandiye; sîstema berevaniya esmanî ya li ser balyozxaneyê kariye sê mûşekan biteqîne û nehêle zirar bidin balyozxaneyê.
Zanyariyên destpêkê nîşan dikin ku ew mûşek ji hêla başûrê Bexdayê ve hatine avêtin.