Li Diyarbekirê sersala Kurdî bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin

Îsal jî li kolanên Sûr a navçeya Diyarbekirê ciwan û zarokan pêk ve bi çalakiyan sersalê pîroz kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Sazî û komeleyên çandî û sivîl, her sal bi çalakiyan, sersala hîcrî wek sersala Kurdî pîroz dikin. Îsal jî li kolanên Sûr a navçeya Diyarbekirê ciwan û zarokan pêk ve bi çalakiyan sersalê pîroz kirin. Di çalakiyê de bi muzîka Kurdî, dîmenên rengîn derketin holê.

Komeleya Hêviyên Rengareng û komeleya Mordemê, bi zarokên li nav Sûra Diyarbekirê re, çalakiyên li ser, serê salê ku li gor salnameya hicrî ango hîcreta Hz. Mihemed ji Mekeyê bo Medîneyê tê pîrozkirin û Kurd jî wek sersala Kurdî pîroz dikin lidar xistin. Piştî ku çalakvanan xwe bi cil û bergên Kurdî xemilandin, her yek ji wan bi makyajê teşeyeke nû dan xwe û derketin li kolanan pîrozbahî kirin.

Yek ji rêvebirê Komeleya Hêviyên Rengareng Ciwan Aytaş anî ziman ku wan her sal vê çalakiyê dikir û  îsal jî bi saziyên nû re, wê çandê geştir û xweştir berdewam dikin.

Ciwan Aytaş ji K24ê re diyar kir: “Ji bo ku zarok çanda xwe jibîr nekin û bidomînin, wek kevşopiyekî çalakiyên serê sala Kurdî dihatin lidarxistin. Em jî dixwazin bi taybet bi zarokan re bikin da ku hem ji bo malbatan û tevahî Kurdên ku berê xwe didin xebatên çandî û bibe motivasyon û hem jî zarok vê çandê di derûniya xwe de bicîh bikin û jibîr nekin. Bi vê zanînê jî çand û zimanên xwe jibîr nekin.”

Beşdarên komeleya Mordemê ku xebat û çalakiyên çandî û hunerî dimeşînin jî şanaziya xwe ji bo beşdariya çalakiyê ragihandin.

Evîn Turhan jî yek ji rêvebira Komeleya Mordemê ye û bi xemla Kurdî hem beşdarî û hem jî pêşengiya çalakiyan dike.

Turhan eşkere kir: “Serê salê ye, ji ber wê yekê me jî xwest pêkve bicivin û çalakiyan bikin. Bi taybet jî bi zarokan re me xwest em şahiyan bikin. Bi vê mebestê emê bi zarokan re xwarin bixwin, çîrokan bibêjin û stranan bibêjin.”

Şanoger Veysel Aslan jî diyar kir: “Bi mebesta sersala me Kurdan, em bi hevalên xwe yên ji Komeleya Hêviyên Rengaren û zarokên li wê saziyê re; îro sersala xwe pîroz dikin. Em gelek kêfxweşin ku çand û dîroka xwe berdewam dikin. Ev jî ciyê kêfxweşiyê ye. Sersala me li hemû Kurdan pîroz dikim.”

Çalakiyên sersalê îsal li Diyarbekirê bi cûrereng tên lidarxistin û dê şeva 14’ê Rêbendanê û şeva 15’êbendanê de jî saziyên sivîl û çandî yên Kurd, çalakiyên cuda lidar bixin.