Îranî ji bo firotina gurçikên xwe diçin Iraqê

"Hejmareke mezin ji welatiyên Îranê, ji bo firotina gurçikên xwe bi buhayekî giran, berê xwe didin Iraqê."

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê komeleyeke Îranî eşkere kir; hejmareke mezin ji welatiyên Îranê, ji bo firotina gurçikên xwe bi buhayekî giran, berê xwe didin Iraqê.

Medyaya Îranê ragihand; Serokê Komeleya Piştevaniya Nexweşên Gurçik a Kirmaşanê Husên Bîklerî diyar kiriye; beşek ji welatiyên hejar ên Îranê, dixwazin gurçikên xwe bifiroşin, ji bo vê mebestê berê xwe didin Iraqê û bi buhayekî giran û bi Dolara Amerîkî difiroşin.

Husên Bîklerî eşkere kiriye: “Gelek kesên dixwazin gurçikê xwe bifiroşin dibêjin 'li Îranê buhayê gurçik erzan e', loma dixwazin li Iraqê bi buheyekî giran bifiroşin.”

Bîklerî gotiye: “Tevî zêdebûna hejmara kesên dixwazin gurçikê xwe bifiroşin, rêjeya neştergeriya gurçik jî ber bi kêmbûnê ve diçe, ji ber giraniya buhayê gurçik, kesên pêwîstiya wan bi gurçik heye, şiyana wan a kirîna wî tune ye.”