Êrîş li ser baregeha hêzên Tirkiyê li Neynewayê hate kirin

Bi 3 mûşekan êrîş li ser baregeha hêzên Tirkiyê ya li parêzgeha Neynewayê hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Careke din li parêzgeha Neynewayê bi mûşekan êrîş li ser baregeha hêzên Tirkiyê hate kirin.

Jêderekî ewlekariyê ji parêzgeha Neynewayê ragihand, derengê şeva borî, bi 3 mûşekan êrîş li ser baregeha hêzên Tirkiyê hate kirin, ev jî duyem êrîş di heyama 24 demjimêrên borî de ye.

Wî jêderî destnîşan kir jî, topxaneya Tirkiyê ji piştî êrîşê, ew navçeya ku mûşek jê ve hatine avêtin topbaran kir.

Ji aliyekî din ve Dijeterora Kurdistanê li hejmara xwe ya Facebookê belav kir, 3 mûşek li serbazgeha Zêlkanê ya artêşa Tirkiyê li parêzgeha Neynewayê ketin, hêzên Tirkiyê jî bersiva êrîşê da.

Li gor zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, di êrîşa li ser serbazgeha Tirkiyê de, ti ziyanên can û madî nebûn.