Li Bexdayê êrîşî du bankên Kurdistanî hat kirin

Banka Kurdistanê û Banka Cîhan bûn armanca êrîşkaran.

Hewlêr (K24) – Nûçegihanê K24ê ragihand; îşev li taxa Kerade ya Bexdayê êrîşî du bankên Kurdistanî hat kirin.

Banka Kurdistanê û Banka Cîhan bûn armanca êrîşkaran.

Êrîş li gor dema Bexdayê di demjimêr 22:00an de hat encamdan.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê belav bûne û tîmên hawarçûnê gihîştine cihê teqînan.

Li gor zanyariyên K24ê, ku ji çavkaniyekî ewlehiyê wergirtine; teqîn bi rêya du bombeyên dengî bûne û bankên Kurdistan û Cîhan, bûne armanc.

Herwiha li gor zanyariyên destpêkê, herî kêm du kes birîndar bûne.