Serok Barzanî pêşwazî li Hadî Amirî kir

Pêngavên li nav proseya siyasî gotûbêj kirin

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro roja duşemê 17ê Çileya 2022yan li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

Di hevdîtinê de li ser pêngavên li nav proseya siyasî, pêkanîna hikûmeta nû û hemaheniya navbera pêkhateyên Iraqê, gotûbêj hat kirin.