Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hadî Amirî civiyan

Di civînê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 17ê Çileya 2022yan pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.

Di civînê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraq û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin û tekezî li zêdekirina hewldanan hat kirin, ji bo pêkanîna hikûmeteke ku mafê hemû welatiyên Iraqê parastî bin û bibe sedema pêkanîna seqamgîrî û şirîkatiya rast a navbera pêkhateyan û çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî li ser bingeha destûrê.