HRW: Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê di binpêkirinan de berdewam in

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raportekê de binpêkirinên hêzên Tirkiyê, rêjîma Sûriyê û HSDê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Human Rights Watch (HRW) di raporta xwe ya salane de diyar dike, grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve di sala 2021ê de 162 kes li Serê Kaniyê revandine û bi kêmanî 20 zarok kirine leşker.

Binpêkirinên Tirkiyê û hêzên girêdayî wê li Serê Kaniyê û Girê Sipî

Rêxistina Human Rights Watch di raporta xwe de ragihand, “Di Cotmeha sala 2019an de, Tirkiyê êrîşek bir ser hin navçeyên bakurê-rojhilatê Sûriyê û ew dagîr kirin, ew dever ji wê demê ve di bin kontrola wê de ne.”

Di raportê de hat jî: “Di sala 2021ê de, Artêşa Niştimanî bi awayekî nerewa 162 kes binçav kirine.”

Herwiha aşkere kir, “Grûpên Artêşa Niştimanî li ser karê leşkerkirina zarokan berdewam in, raportek ku ji aliyê “Sûriyeyên Bo Rastî û Dadweriyê” ve hatiye belavkirin, dide xuyakirin ku di sala 2021ê de bi kêmanî 20 zarok hatine leşkerkirin.”

Binpêkirinên Hevbendiya Leşkerî ya Sûrî-Rûsî

Derbarê binpêkirinên ji aliyê Hevbendiya Leşkerî ya Sûrî-Rûsî de, raporta HRW diyar dike, “Di demekê de ku hemû aliyên şer binpêkirinên hovane yên yasayên şer kirine, hevbendiya leşkerî ya Sûrî-Rûsî bi awayekî bêserûber dibistan, nexweşxane û bazar armanc kirine.”

Di raportê de hat jî, “Li gorî Airwarsê ku ew jî grûpek çavdêriyê ye û bingeha wê li Brîtaniyayê ye, ji sala 2015an ve hêzên asmanî yên Rûsî bi tena serê xwe 39 hezar êrîşên asmanî li Sûriyê encam dane.”

Herwiha got: “Di Hezîrana sala 2021ê de, asta aloziyê di navbera alîgirên rejîmê û hêzên dijberî wê de gelek zêde bû. Di navbera Hezîran û Îlona 2021ê de, hêzên leşkerî yên Sûrî û mîlîşiyên bi ser ve, bi dehan êrîşên bêserûber li dijî navçeyên sivîl ên li Derayê encam dan. Di beramber de şervanên dijberî rejîmê êrîşî navçeyên sivîl ên di bin destê hikûmetê de kirin, di wan êrîşan de sivîl bûne qurbanî. Herwiha Di encama dorpêç û şer de, bêhtir ji 38 hezar kes derbiderî navçeyên hawîrdor bûne.”

Binpêkirinên HSDê

HRW di raporta xwe de diyar dike, “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kiriyarên binçavkirinê derheqê kesên sivîl de mîna çalakvan, rojnamevan û maosteyan encam dane. Li gorî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di nîvê yekem ji sala 2021ê de, Hêzên Sûriya Demokratîk 369 kes bi awayekî nerewa binçavkirine.

Herwiha HRW dibêje, heta niha HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, nekariye çarenivîsa bi hezaran kesên ku li cem DAIŞê girtîbûn aşkere bike.