Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorê hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18/1/2022an pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Karl Harris kir.

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorê hatin guftûgokirin.

Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê piştevaniya hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re di rûbirûbûna teroristên DAIŞê dubare kir û amaje bi wê da ku DAIŞ hîn gefeke rasteqîne ye li ser ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya bihêzkirin û berdewamiya mîkanîzmên hevahengiyê yên di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de kir, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê ji bo bidawîkirina gefên teroristên DAIŞê bi riya aktîvkirina navendên hevahengiya ewlehiyê yên hevbeş û nehîştina vala ewlehiyê li wê navçeyê.

Di tewereke din de tewereke din civînekê de, guftûgo derbarê dawî pêşveçûnên proseya çaksaziyê û hewlên yekxistina yekîneyên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatin kirin.