Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsre yê li Iraq û Urdinê kir

Balyozê Swîsre spasiya hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxaneyê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 19ê Çileya 2022yan pêşwazî li Balyozê Swîsre yê li Iraq û Urdinê Lukas Gasser kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraq û hewldanên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Swîsreyê hat gotûbêjkirin.

Balyozê Swîsre yê li Iraq û Urdinê spasiya hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxaneyê kir û amadebûna welatê xwe jî ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan û handana hatina kompaniyên Swîsreyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser çaksaziyên kabîneya nehem ber bi hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahat û derfetên sûd wergirtina ji ezmûna serkeftî ya welatê Swîsreyê ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de.