PSKê Komara Kurdistanê bi bîr anî

Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) li Diyarbekirê bi boneya Salvegera Damezirandina Komara Kurdistan a Mihabadê bernameyek li dar xist.
Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) li Diyarbekirê bi boneya Salvegera Damezirandina Komara Kurdistan a Mihabadê bernameyek li dar xist. Di bernameyê de hat amajekirin ku Pêşewa Qazî Muhemmed, Mele Mistefa Barzanî û rêhevalên wan berhemek hêja û neteweyî li dûv xwe hiştine.

PSKê li şaxa xwe ya Diyarbekirê bi boneya 76. Salvegera Damezirandina Komara Kurdistan a Mihabadê bernameyek bi beşdariya siyasetmedaran li dar xist.

Bername bi xwendina Sirûda Ey Reqîp û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di bernameyê de Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê Mesûd Tek gotarek pêşkêş kir û da zanîn ku her çiqas wek Komara Mihabadê were zanîn jî ev yek şaş e û navê wê yê rastî Komara Kurdistan e û li Mihabadê hatiye damezirandin.

Mesûd Tek, behsa şert û mercên ku Komara Kurdistanê tê de ava bûye kir û bal kêşand ku pergala sazbunê û danîna bacê nîşaneyên dewletbûnê ne ku hişmendiya pergala dewletê di damezirêneran de hebûye.

Li ser girîngiya helwesta Pêşewa Qazî Muhemmed amaje kir ku  Pêşewa Qazî Muhemmed di dadgehê de pabendê armanc û doza xwe bûye û helwestek serbilind û bi rûmet nîşan daye.