Partiyên Kurdistanî 76.mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan li Mehabadê pîroz kirin

Komara Kurdistanê li Mehabadê
Komara Kurdistanê li Mehabadê

Navenda Nûçeyan (K24) – Partî û tevgerên Kurdistanî bi daxuyaniyên nivîskî, salvegera 76.mîn a damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê pîroz kirin.

Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê (TDK-Tevger, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) bi daxuyaniyên nivîskî, salvegera 76.mîn a damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê pîroz kirin.

Daxuyanî û peyamên partî û rêxistinên Kurdistanî :

TDK-Tevger: Damezrandina Komara Mahabad ya Kurdistanê

Komara Kurdistanê berîya 76 salan di 22-01-1946an de li Mahabadê hate îlankirin. Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhamed, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mahabadê avakirina komarê, wek rojeke pîroz ji gelên Kurdistanê û raya cîhanê re eşkere kir. Qazî Muhamed di gotara xwe de, destê dostanîyê dirêjî cîranên Kurdistanê kir. Lê avakirina Komara Kurdistanê, di çavên neyaran de, bû kelemekî  girs û tûj.

Danasîna Komarê, di nav miletê Kurd de, kelcanek nedîtî afirand. Bi qasî hevkarîya kurdan bihêz kir, herweha hevkarîya nava Komara Ezarbeycan û Komara Kurdistanê jî bi hêz kir. Dewleta Tirk wek hercar vê derfeta Rojhelatê Kurdistanê, bi xeterî şîrove kir û xwest bi destdirêjîyê, neyartîyê di nav hevkarîya kurd û ezarbeycanîyan de peyda bike. Jîyana Komarê kurt bû, lê di dîroka Kurdistanê de, bû destan û nimûneya serxwebûn û hevkarîya beşên Kurdistanê.

Tevaya dewletên cîhanê, bi derfet û momentên dîrokî ve hatine damezrandin. Komara Kurdistanê jî bi derfeta şerê cîhanê yê duwemîn ve xeyalên Kurdistanîyan li Rojhelatê Kurdistanê bi rastîyê wergerand. Di dema şerê cîhanê de, di sala 1941an de Yekîtîya Sowyetan û Brîtanya Mezin, li ser dagîrkirin û parvekirina Îranê li hev kirin. Di nava demê de, kurdan li rojhelatê Kurdistanê vê derfeta bi kar anîn û dezgehên xwe yên neteweyî kirin yek. Komeleyê Jîneweyê Kurdistan û Cemîyeta Hêwî peymana hevkarîyê ava kirin. Rewşa cîhanê, Îran û Kurdistanê rê ji yekîtîya kurdan re vekir. Bi encama hevkarîya nava hêzên kurdan, cara yekem  PDKÎ hate avakirin. Avakirina PDKÎ, pêngaveke netewayetî bû ku di dîroka Kurdistanê de roleke sereke wergirtîye.

Di wê heyamê de, li başûrê Kurdistanê, bi serokatîya Şêx Ehmedê Barzanî serhildan berdewam dikir. Derfeta Rojhelatê Kurdistanê, Barzanîyan ber bi xwe ve bir û di sala 1945an de serokê nemir MustefaBarzanî jî bi pêşmergeyên xwe beşdarî nava Rojhelatê Kurdistanê bû. Barzanî, bi serokatîya Şêx Ehmed û Barzanîyê nemir ve ji bo xizmeta şoreşa Kurdistanê amade bûn.

Dewlet, bi gelemperî  bi du derfetan dikarin bêne avakirin. Derfeta nav xweyî û ya jî derfetên derveyî. Rewşa Kurdistanê ya wê demê ya navxweyî, herçiqasî yekîtîyek sîyasî hatibû avakirin jî kelecana avakirina Komara Kurdistanê berfireh bû û alîkarîya pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, bi serokatîya Mustefa Barzanî girtibûn jî mixabin Komara Kurdistanê, ji derfeta avakirin û parastina dewletek serbixwe bêpar bû. Gelek eşîrên kurdan, dest ji pêgehên xwe û berjewendîyên xwe yên eşîrî bernedan û gelek ji wan neyartîya şoreşê kirin. Rewşenbîrî, xwendevanî li Kurdistanê jar û hejar bû. Kurd bi tevahî û bi rêk û pêk nehatibûn organîze kirin. Civat û neyartîya eşîrtî, astengên sereke bûn. Hestên neteweyî, ne di asta avakirina dewletek serbixwe de bûn.

Derfeta alîkarîya derve ku ew jî alîkarîya Sowyetê bû, ji bo avakirina Komara Kurdistanê sereke bû. Bi alîkarîya Sowyetê, du komardewlet li herêma di bin desthilatdarîya Sowyetê de bûn, hatin avakirin. Ew jî Komara  Ezarbeycan (Hukûmeta Milî ya Ezerbeycanê) û Komara  Kurdistanê bû. Vê rewşê, derfetek dîrokî pêşkêşî Rojhelatê Kurdistanê kir. Kurdan, bi serokatîya Qazî Muhemmed vê derfeta dîrokî bi kar anîn û avakirina Komara Kurdistanê di 22-01-1946an de, li meydana Çarçira ya bajarê xoşewîst Mahabadê îlan kirin.

Serokê nemir Mustafa Barzanî, ji alîyê hukûmeta Kurdistanê, weke generalê şoreşê û serokê pêşmergeyan hate helbijartin. Barzanî, bi pêşmergeyên xwe, li welatê xwe û şoreşa Rojhelatê Kurdistanê xwedî derket û ji bo hevkarîya nav beşên Kurdistanê, nimûneyek balkêş û yekta pêşkêşî dîroka Kurdistanê kir.

Komara Kurdistanê, tenê 11 mehan jîya. Lê di vê dema kurt de,  desthilatdarîya Komara Kurdistanê, ji bo tevgera neteweyî, tecrûbeyên bêhempa weke mîras li dû xwe hişt. Lê mixabin, tevgera rizgarîxwazîya neteweyî,  ji tecrûbeyên Komara Kurdistanê zêde sûd wernegirt. Derfeta duwem, li Rojhelatê Kurdistanê, bi şoreşa Îslamî ve derket holê. Di demek kurt de, tevaya Rojhelatê Kurdistanê ket bin destên tevgera Kurd. Lê mixabin, rewşa navxweyî û ya cîhanî rê neda ku ev derfet jî bi avakirina statuyek neteweyî bi encam bibe. Tevgera Kurd, Wesîyeta Qazî Muhemed ji bîr kir û Ebdurrehman Qasimlo û piştre Dr. Sadik Şerefkendî û hevalên xwe ketin xefika neyaran û jîyana xwe ji dest dan. Mixabin ev derfet jî ji dest hate berdan.

Komara Kurdistanê, ji miletê Kurd re, Alaya Rengîn û Sirûda Netewî weke mîras hişt. Komara Kurdistanê, li mîrasa miletê Kurd, ji Împeratorîya Medan hetanî  Komara Araratê, li remza neteweyî Alaya Kurdistanê xwedî derket û weke mîras radestî serokê Nemir Mustefa Barzanî kir. Avakirina artêşa neteweyî ya modern, avakirina dadgeh/dadwerî wek dezgeh, perwerdeya bi Kurdî, pêşkêşkirina derfetan ji bo keç û jinên kurdan û berhevkirina bacê ku wek bingeha aborîyê pêşkêş kir, çend nimûneyên girîng yên mîrasa Komara Kurdistanê ne. Lê mixabin ji bo berdewama Komarê û bicîkirina meramên miletê Kurd derfet nehatin dayîn û Komara Kurdistanê piştî 11 mehan hate rûxandin.

Piştî peymana Yaltayê, Yekitîya Sowyetan, li gor şertên peymanê, hêza xwe ji Kurdistan û Ezarbeycanê paşde vekişand. Desthilatdarîya Îranê, bi alîkarîya Birîtanyayê berê Ezarbeycan û paşê jî Kurdistan dagîr kirin û Komara Ezarbeycan û Komara Kudistanê rûxandin. Qazî Muhamed û hevalên wî, li Meydana Çarçirayê ku cîyê îlankirina Komara Kurdistanê bû, ji alîyê dagîrkerên hov di 31-03-1947an de hatin darvekirin û beşdarî nav karwanê pakrewanên Kurdistanê bûn.

Ji tecrûbeyên Komara Kurdistanê sûd wergirtin, îro ji herdemê bêtir aktuel û girîng in. Îro wek derfeta şerê cîhanê yê duwemîn, rewşa cîhanê, hevkarî û helwesta hêzên navneteweyî, derfetên girîng pêşkêşî kurdan dikin û berjewendîyên hêzên navneteweyî û yên kurdan diguncin. Lê mixabin piştî desthilatdarîya li ser xaka xwe ya 30 salî hînê jî BaşûrêKurdistanê, ji artêşek hevbeş, aborîyek hevbeş, dadwerîyek hevbeş û perwerdeyek hevbeş bêpar e. Desthilatdarîya Rojavayê Kurdistanê, bi îdeolojîya bîyanî jahrdadayî bûye û vî beşê Kurdistanê ji kurdan xalî dike. Desthilatdarîyek totalîter ku dijî Alaya Kurdistanê û destkeftîyên kurdan tevdigere.

Bakur û Rojhelatê Kurdistanê, ji hevkarî û yekîtîyek neteweyî bêpar tevdigere. Bakurê Kurdistanê, bi îdeolojîya Turkîyeyîbûn û Tirkîtîyê ve dagîrkerî xurtir kirîye. Lê derfeta sêyem ya Rojhelatê Kurdistanê li ber derî ye. Desthilatdarîya Îslamîya Şîîe, êdî di nav qeyrana sîyasî û aborî de, li cîhanê terora îslamîya sîyasî didomîne û tevaya hêzên demokratîk yên cîhanê, daye hember xwe. Bi darvekirin, asîmîlekirin, koçberkirinê ve dixwaze miletê Kurd û pêkhateyên Îranî bêdeng bikin. Lê berbanga dawîya jîyana rejîma îslamî ya dîktator û hov xuya dike. Ji bo bikaranîna vê derfetê pêwîst e ku tevgera Rojhelatê Kurdistanê xwe amade bike.

Kurd bi, derfetên navxweyî tenê nikarin welatekî serbixwe, miletekî azad û civatek demokratîk ava bikin. Ji bo bidestxistina van armancên pîroz alîkarîya derve bivê nevê ye. Lê alîkarîya derve jî divê bi hevkarîya navxweyî û yekîtîya neteweyî lihevkirî  be. Em hêvîdarin ku Kurd van derfetan ji dest bernedin û bi karesetên nu ve rûbirû nemînin.

Rêberên Komara Kurdistanê, bi tecrûbeyên xwe, rêberên miletê me ne. Em minetarên pêşewa Qazî Muhemed û Serokê nemir Mustefa Barzanî ne. Ruhê wan şad bin. Serşorî û rûreşî para dagîrkeran be.

Bijî hevkarî û alîkarîya neteweyî, bijî Kurd û bijî Kurdistan!

Tevgera Demokratîk ya Kurdistanê

(TDK-Tevger)

 

PAK: Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hatibû îlankirin serbilindîya hemû Kurdistanîyên cihanê ye

Komara Kurdistanê bi Serokkomarîya Pêşewa Qazî Mihemed 75 sal berê di roja 22.01.1946an, li Meydana Çarçirayê ya bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê Komara Kurdistanê hate îlan kirin.Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn.

Komara Kurdistanê di roja 17.12.1946an de ji aliyê Dewleta Îranê ve hate rûxandin.

Pêşewa Qazî Mihemed û 15 rêvebirên Komara Kurdistanê di roja 31ê Adara 1947an de li Meydana Çarçirayê ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.

Komara Kurdistanê  di dîroka Kurdistanê de tecrûbeyeke gelek mezin û girîng e ku hemû Kurdistanîyên cîhanê pê serbilind bin.

Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî û armanca Komara Kurdistanê pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî, niştimanî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihmed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibêje hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, parastin û hişmendîya azadî û dewletbûnê bila bingeha sîyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatîya hev nekin, bi dijminan neyên xapandin.

Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li xwîn û ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadîya Kurdistanê bigirin.

Pêşewa Qazî Mihemed digot ‘Ala Kurdistanê rojek were li ser vê mehkemeya ku ez lê tême darizandin jî dê bê hildan’.

Ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kirî bû bi xwîna dehhezaran şehîdan , bi têkoşîneke qehramanane, îro li ser Parlementoya Dewleta Federa ya Başûrê Kurdistanê li ba dibe.

Pêşewa Qazî Mihemed bangî nûnerên 50 milyon Kurdên cîhanê dike:

Bixebitin, fêr bibin, bixwînin, têbikoşin, di nava gelê xwe de bin, bi gelê xwe re bin, gêncên xwe, jinan, hemû civata xwe bi rêxistin bikin. Bibin partî û rêxistinên girseyî, netewî. Bîr û doz û bernameyên xwe bi gelê xwe bidin qebûl kirin.

Belê, pêkanîna wasîyeta Pêşewa Qazî Mihemed herweha rê lêvekirina azadîya li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Gava ku em vê wasîyetê pêk bînin dê ruhê Pêşewa Qazî Mihemed, yê Mele Mistefa Barzanîyê nemir, yê Seyid Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Xalid Begê Cibrî, Şex Seîd û yê hemû şehîdên Kurdistanê şad be.

Di 76emîn salvegera îlan kirina Komara Kurdistanê de, em Pêşewa Qazî Mihemed, Pêşewayê Leşkerî yê Komara Kurdistanê Mele Mustafa Barzanîyê nemir û hemû damezranêr û kedkarên Komara Kurdistanê, şehîdên Komara Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. 22.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

PSK: Alayê Komarê Li Saranserê kurdistanê Bilind Dibe

76 sal li ser “2ê Rebandanê” roja ragihandina Komara Kurdistanê derbas bû.

Rast e Komara Kurdistanê sava, temen kurt bû, di navçeyeka sinorkirî da serwer bû.

Lê belê bandora wê, kar û kiryarên wê yên di warê çandî, perwerdeyî, siyasî û civakî da îro jî berdewam e.

Komar, ku berhema xebat û berxwedana gelê Kurd e, nişana vîn û iradeya gel e, nişan daye Kurd dikare carenusê xwe bigre destê xwe.

Ala Rengîn, ku di Komarê da hatiye bilind kirin, îro li seranserê Kurdistanê bûye sembola berxwedan û tekoşinê.

Hêzên Peşmergeyê Komara Kurdistanê îro parezvanê deskevtên Kurdistana Başur in.

Pêşmergeyên navsenger îro jî li çiya, deşt û zozanên Kurdistanê dixemlinin û sembola cangoriya gel û welat in.

Zimanê perwerdeyê Komar kurdi bû. Daxwaza perwerde bi zimaê zikmaki, îro li Bakur û Rojhilat û Rojavayê welatê me da bûye daxwaza serekî û neteweyî.

Dewleta dagirkera Şahinşahiya Îranê kariye, bi alikariye dewletên mezin yên vê demê, Komarê biruxine û sorokê Komar Pêşava Qazi û hevsengerên wi idam bike.

Lê belê nikariye û ne tenê ew, dagirkerên dinê ji nikarin agirê Komarê bitemirinin, xweragirî û pêgiriya Pêşavayê ji bira gelê me bibin.

Ala Rengîn, ku li Mehabadê bilind bibû, îro li ser Parlamentoyê Kurdistanê û hemu dem û dezgeyên fermi yên Herêmê bilind dibe.

Em pistrast in Ala Rengin wê sibê dîsa li Mehabadê, li Amedê û li Qamişloyê jî bilind dibe.

Bi vê hestê va “2ê Rêbendanê” li daykên şehidên Kurdistanê, zindaniyên siyasi û Peşmergeyên navsenger piroz dikin.

Careki dinê li ber hizura Pêşava Qazi û hemu şehidên Kurdistanê qirnoş dibin.

Tişkên rojê, ku 76 sal berê niha li Mehabadê hilatiye, îro jî rêka me ronî dike.

20.01.2022

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)