Lubanan.. Kesên nenas pirtûkên rewşenbîrekî bêwar dişewitînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesên nenas agir berdan bi sedan pirtûkên kalemêrekî Lubnanî yê bêwar ku li bin pireya Fiat a Beyrûtê difirotin, ev yek jî bû sedema nerazîbûnê û gelek karvedan li pişt xwe anîn.

Çalakvanan li ser medyaya civakî vîdyoyek belav kirin ku agir bi pirtûkan ketiye û hevxemiya xwe bi wê bûyera bi êş re nîşan dan û diyar kirin ku ew pirtûkxane di rewşa welêt a ku di krîzên aborî re derbas dibe de, wek navendek çandî ji Beyrûtê re bû.

Medyaya navxweyî jî bal kişand ser xwediyê pirtûkxaneyê û da zanîn, ew kalemêrekî 82 salî yê bi navê Mihemed Mexribî ye û wî bi sedan pirtûkên di warên cuda yên siyasî, olî û çandî de li bin pireya Fiat pêşan didan.

Rojnameya “El-Nahar” bal kişand ser Mihemed Mexribî û diyar kir, Mexribî ne wek kesên din ên bêwar e, ji ber ku wî destê xwe dirêjî ti kesî nedikir, lê belê wî pirtûk difirotin û digot: “Pirtûka tu dixwazî bibe, eger pereyên te hene bide û eger tune ne, pirtûkê bibe û biçe.”

Mihemed Mexribî pêştir di hevpeyvînekê bi rojnameyekê re gotibû: “Xem min ne pere ne. Eger kesek pirtûkekê bixwaze û pereyên wî tune bin, ez bi kêfxweşî pêşkêşî wî bikim. Ya ku ji bo min girîng e ew e ku çanda xwendin û rewşenbîrî winda nebe.”

Herwiha pêştir jî, Wezîrê Rewşenbîrî yê Libnanê Mihemed El-Murteda serdana pirtûkxaneyê û xwediyê wê yê 82 salî li bin pireya Fiat kiribû û rêz û pêzanîna xwe ji wî re nîşan dabû û soza başkirina şert û mercên wî dabû.

 

Serdana Wezîrê Rewşenbîriyê ji Mihemed Mexribî re
Serdana Wezîrê Rewşenbîriyê ji Mihemed Mexribî re