​​​​​​​Di topbarana gundên Eyn Îsayê de 4 kes birîndar bûn

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hejmarek gundên Eyn Îsayê dan ber topan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarana gundekî ser bi Eyn Îsayê ve ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 4 kesên sivîl birîndar bûn.

Li gor zanyariyên xwecihî, grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê şeva borî gundê Erîmat yê li rojavayê Eyn Îsayê de, 4 kesên sivîl birîndar bûn.

Ev di demekê de ye, grûpên çekdaran şeva borî gundên Hoşan, Dexlîb, Xalidiyê, Dibis û Melik, Hîşe, Fatse, Mişêfe û Cehbel yên li gundewarê Eyn Îsayê dabûn ber topan.

Duhî jî di encama êrîşên grûpên çekdaran li ser gundê Hedîrat yê Eyn Îsayê de, 5 kesên sivîl hatibûn kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûbûn.