Li Rojavayê Kurdistanê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 17 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî canê xwe ji dest daye.

Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 17 kesên din bi Koronayê ketine.

Hat ragihandin, di 24 demjimêran de ti haletên başbûna ji vê nexweşiyê nehatine tomarkirin.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 37342 kesan, ji wan 2522 kes baş bûne û 1522 kesan jî canê xwe ji dest dane.