Pispor: Bi kaosê hewl tê dayîn hikûmeta Iraqê di bin bandora Îranê de be

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Teqandina boriya nefta Herêma Kurdistan û Tirkiyê ya li Meraşê û biryara qûtkirina gaza sirûştî ya Îranê bo Tirkiyê ji hêla şarezayan ve wek hewla dîzaynkirina siyaseta li herêmê tê destnîşankirin. Pispor amaje dikin gemaroyên navdewletî û hevdîtinên bo avakirina kabîneya nû ya li Iraqê, ne bi dilê Îranê ye loma hewla alozî û kaosê tê dayîn da ku hikûmeta li Bexda tim di bin bandora Tahranê de be.

Piştî teqandina boriya neftê ya Herêma Kurdistan û Tirkiye li navçeya Pazarcik a Meraşê rû da bû û komeke girêdayî PKK ev bûyer girt ser xwe ji hêla Îranê ve jî der barê veguhestina gaza sîrûştî de daxuyaniyekê hat belavkirin. Tahranê ragihand ji ber hinceta kêşeyeke teknikî heta 10 rojan gaza sirûştî nikarin bişînin Tirkiyê.

Li gor Serbest Ferhan Sindî yê nivîskar ji ber gemaroyên navdewletî û encama hilbijartina dawî ya li Iraqê ne bi dilê Îranê ye û ji bo dîzaynkirina siyaseta herêmê êrîş û fişarên ji hêla Tahranê ve zêdetir dibin û ihtimal heye ku teqandina boriya nefta li Meraşê jî yek ji wan êrîşan be.

Nivîskar Serbest Ferhan Sindî ji K24ê re got: “Berê niha grûpên çekdar ên nêzî Îranê li Îmarat û çend deveran êrîşî cîhên sivîl, balafirxane û boriya neftê kiribûn. Niha jî bihayê neftê her diçe zêde dibe. Û weke tê zanîn li ser Îranê hin gemaroyên aborî jî hene. Loma Îran a ku ketiye tengasiyê hewl dide li herême bi taybet di ser neftê re kaosek derxe da ku nefta xwe zêdetir bifiroşe. Li gel vê rewşa dawî ya siyasî ne di xêra Îranê de ye loma hem ji hêla siyasî hem ji hêla aborî ve din ava lêgerînekê de ye û di vê çarçoveyê de dema em binerin ihtimal heye ev bûyera dawî maslahata Îranê be.”

Akademîsyen Bedir Mistefa teqandina xeta boriya neftê û qûtkirina gaza sirûştî ya ji hêla Îranê bo Tirkiyê ve di çarçoveya proseya avakirina kabîneya nû ya li Bexdayê de dinirxîne. Li gor wî, siyaseta Hewlêr li Bexda yanê nêzikatiya Muktada es-Sadr, Partiya Demokrat a Kurdistan û grûbên Siûnî ne di berjewendiya Tahranê de ye loma bi êrîş û rêbazên milîtarîst hewl tê dayîn kabîneya bê avakirin di kontrola Îranê de be.

Akademîsyen Bedir Mistefa dibêje: “Îhtimal heye teqîn û êrîş yanê bûyerên bi vî awayî zêde bin. Berê niha me dîtibû Şingalê rewş hinek xerap bûbû. Li Semelkayê carna alozî rû didin. Heta ku hikûmeta nû ya Iraqê bi dilê Tahranê neyê avakirin, Îran li herêmê, (li nava Iraq, Sûriyê, Tirkiyeyê) di ser hin rêxistinan re dê kaosan derxe. Hikûmetek li Iraqê were avakirin û ne bi dilê Îranê be ev ji bo Tahranê têkçûneke mezin e. Tevî zext û fişarên Îranê heya niha herêma Kurdistanê gavek paş de neavêtiye û Hewlêr piştgiriyê dide Sadr û grubên Sunnî ku ev jî ne bi dilê Tahranê ye.“

Bi nêrîna pisporên herêmê ji nêz ve dişopînin di proseya avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de ihtimal heye bûyerên kaotîk wek bûyera li Meraşê zêdetir bibin piştî avakirina kabîneyê ku ne bi dilê Tahranê be ev bo Îranê wek şikestineke mezin a sîyasî jî tê dîtin.