Hevpeymaniya Navdewletî Iraqê piştrast dike: Bûyerên girtîgeha Hesekê metirsiyeke mezin çêneke

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê daxuyaniyek derbarê rewşa zîndana Hesekê de belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê diyar kir, rewşa li zîndana Hesekê hewldana reva koma terorîst a ji girtîgeha Hesekê ya li Sûriyê metirsiyeke mezin ji bo Iraq û herêmê çêneke.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniya xwe de bal kişand, li girtîgeha Hesekê ku bi hezaran girtî tê de ne, roja Pênçşemê DAIŞ'ê "êrîşeke tevlihev" li ser girtîgehê pêk anî û piştre jî HSDê bersiv da, herêm dorpêç kir û operasyonên berdewam pêk anîn û karî “gefê kontrol bike”.

Destnîşan kir jî, hêzên hevpeyman “operasyonên çavdêrîyê pêk anîn û di dirêjahîya rojên operasyonê de rêzeêrişên asmanî pêk anîn û di dirêjahiya operasyona ku bi rojan dewam kir de hin rêzeêrîşên hûr pêk anîn.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, fermandarê Hêzên Erka Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî John Brennan got: “Gelek çeteyên DAIŞ'ê karîn dest deynin ser çekên pasewanên zîndanê û kuştin û piştre bi Hêzên HSDê re ketin pevçûnê.”

Di daxuyaniyê de hat, Hevpeymaniya Navdewletî ji bo gerentiya serederiya mirovî bi girtiyan re "tedbîrên girîng" girtine û got: “Dema ku girtiyên DAIŞ'ê çek hilgirt, bûn gefeke çalak û piştre pevçûn derketin û di êrîşên hewayî de hatin kuştin.”

Hevpeyamiya Navdewletî di dewama daxuyaniya xwe de ragihand, ew bi bawer in ku hewldana dawî ya DAIŞ'ê ya revê, ji bo Iraqê yan jî herêmê xeteriyeke mezin çênake, lê belê ew rewşê analîz dike da ku diyar bike bê ev rêxistin di paşerojê li dijî girtîgehên din ên li Iraq an jî Sûriyeyê plan dike yan na.