Mesrûr Barzanî serdana Îmarata Erebî dike

Di hevdîtinên bi berpirsên bilind ên Îmaratê re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî guftûgoyan derbarê guhartin û pêşhatên navçeyê û derfetên pêşvebirina pêwendiyan de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25/1/2022an, bi serdaneke fermi ber bi Mîrnişîna Erebî (Îmarata Erebî) bi rê ket.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de ligel Cihnişînê Ebû Dhabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan û Wezîrê Derve Şêx Ebdulla Bin Zayid Al Nehiyan û berpirsên pilebilind ên Îmaratê dicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Di hevdîtinên bi berpirsên bilind ên Îmaratê de, guftûgoyan derbarê guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê, derfetên pêşvebirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re û bihêzkirina hevahengî û hevkariyên di warên cuda de dike.