Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Îmarata Erebî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cihnişînê Ebû Dhabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25/1/2022an, bi serdaneke fermî gihîşt Îmarata Erebî û ji aliyê Serokê Fermangeha Geşepêdanê ya Abu Dhabî Dr. Moxîr Xemîs Xeylî ve pêşwazî lê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de ligel Cihnişînê Ebû Dhabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan û Wezîrê Derve Şêx Ebdulla Bin Zayid Al Nehiyan û berpirsên pilebilind ên Îmaratê dicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Di hevdîtinên bi berpirsên bilind ên Îmaratê de, guftûgoyan derbarê guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê, derfetên pêşvebirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re û bihêzkirina hevahengî û hevkariyên di warên cuda de dike.