Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt Îmarata Erebî

Ligel Şêx Mihemed Bin Zayid û Şêx Ebdulla Bin Zayid dicive
Mesrûr Barzanî gihîşt Îmarata Erebî
Mesrûr Barzanî gihîşt Îmarata Erebî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihîşt Îmarata Erebî û dê ligel Cihnişînê Ebû Dhabî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan û berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25/1/2022an, bi serdaneke fermî gihîşt Îmarata Erebî û ve di merasîmeke taybet bi ala Kurdistanê de, ji aliyê Serokê Fermangeha Geşepêdanê ya Abu Dhabî Dr. Moxîr Xemîs Xeylî pêşwazî lê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de ligel Cihnişînê Ebû Dhabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdar Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan û Wezîrê Derve Şêx Ebdulla Bin Zayid Al Nehiyan û berpirsên pilebilind ên Îmaratê dicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Di hevdîtinên bi berpirsên bilind ên Îmaratê de, guftûgoyan derbarê guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê, derfetên pêşvebirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re û bihêzkirina hevahengî û hevkariyên di warên cuda de dike.

Di vê derbarê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Instagram” nivîsî: “Bi hatina Mîrnîşîna Yekgirtî ya Erebî (Îmarat) xweşhal im. Bi serkirdeyên Îmaratê re guftûgo dê derbarê pêşveçûnên Iraq û navçeyê, derfetên pêşvebirina pêwendiyên abor û ewlehiyê yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat û bihêzkirina mîkanîzma hevahengî û hevkariyê di warên cuda de bên kirin.”

 

 
 
 
 
 
View this post on Instagram
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

A post shared by Masrour Barzani (@masrourbarzani)