Hewar Nêrweyî girîngiya serdana Mesrûr Barzanî bo Îmaratê eşkere dike

Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Hewar Nêrweyî li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo welatê Îmarat Erebî axivî.

Hewlêr (K24) – Şarezayê Pêwendiyên Navdewletî Hewar Nêrweyî li ser girîngiya serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo welatê Îmarat Erebî diyar kir; di dema êrîşa DAIŞê de welatê Îmaratê roleke girîng di alîkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lîst.

Hewar Nêrweyî beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û ragihand; di dema êrîşa DAIŞê de welatê Îmaratê roleke girîng di alîkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lîst, ku Heyva Sor a Îmaratê roleke berçav di dirêjkirina destê alîkariya darayî de lîst û piştgiriyeke mezin da Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.

Nêrweyî baş kişand ser wê yekê ku pêwendiyên aborî û siyasî yên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê ji sala 2010an ve pêşdikeve, bi taybetî jî piştî êrîşên komên terorîst û serhildana Bihara Erebî.

Li ser girîngiya pêwendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Îmaratê, ku gelek kompaniyên Îmaratê li Herêma Kurdistanê karê veberhênanê dikin, Hewar Nêrweyî destnîşan kir; girîngiya serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Îmaratê vedigere wê çalakiya cîhanî ya Expo Dubai 2020 a li Dubey dest pê kiriye û zêdetirî 200 welatên cîhanê û hejmarek rêxistin û kompaniyên cîhanî di wê çalakiyê de beşdar in û Herêma Kurdistanê jî yek ji wan beşdarên wê çalakiyê ye.