Ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê

Rêvebiriya Keş û Hewayê ya Tirkiyê ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebiriya Keş û Hewayê ya Tirkiyê ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da ku dê pêleke nû ya berfê û sermayê dest pê bike.

Li gor zanyariyên ku saziya keş û hewayê ragihandiye, tê çaverêkirin ku li Elezîz, Erzîngan, Dêrsim û Çewligê û li başûrê Diyarbekir, Batman û Rihayê berfeke bi zêde bibare û divê welatî bi hişyarî tevbigerin.

Hişyarî ji bo welatiyan hatiye dayîn ku dê li wan deveran, ji ber berf û sermayê, metirsiya qerisînê, rabûna bahozê û ketina aşîtê hene, loma jî bi agahdarî tevbigerin.

Ji aliyê din ve, li 5 xalên cuda yên ser bi Colemêrgê ve jî aşît ketiye, ji ber aşîtan zirareke can û malî çênebûbe jî, wek demkî rêya navbera Colemêrg û Wanê girtiye girtin. Lê tîmên paqijiyê, rêyên ku ji ber aşîtê hatibûn girtin jî vekirine.