Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî serdana Îmaratê vegeriya Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de ronahî xiste ser proseya siyasî ya li Iraqê û pêşveçûnên navçe û Rojhilata Navîn.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdana serkeftî bo Îmarata Erebî, vê êvarê 26ê Çileya 2022yan gihîşte Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Ebû Dabî paytexta Îmarata Erebî ligel Cînişîn Ebû Dabî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdarî Şêx Mihemed Zayid Al Nehyan, û hejmarek rayedarên payebilind ên Îmaratê civiya.

Di civînan de her du aliyan li ser bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Îmaratê gotûbêj kirin, bi taybetî jî di warên aborî û veberhênan û geşepêdana mirovî de, ku xizmeta pêşveçûn û avakirinê dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de ronahî xiste ser proseya siyasî ya li Iraqê û pêşveçûnên navçe û Rojhilata Navîn û girîngiya hewl û hemahengiya zêdetir ji bo dabînkirina piştevaniya aştiyê li navçeyê û siberojeke baştir li ser bingeha pêkvejiyana aştiyane.