CHP: Pirsgirêka Kurd di bin banê parlamentoyê de tê çareserkirin

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di 24ê Çileyê de li Enqereyê got; “Riya demokrasiya Tirkiyê di Diyarbekirê re derbas dibe.”
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di 24ê Çileyê de li Enqereyê got; “Riya demokrasiya Tirkiyê di Diyarbekirê re derbas dibe.” Ev gotinên Kiliçdaroglu li Diyarbekirê hatin nirxandin. Endamên CHPê dibêjin; CHP pirsgirêka Kurd qebûl dike û dixwaze pirsgirêkê li Parlamentoya Tirkiyeyê çareser bike. Mafnas û şîrovekarên siyasî jî dibêjin; heta ku hebûna kurdan di destûrê de neyê qebûlkirin pirsgirêka kurd çareser nabe.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu plan dikir 27ê Çileyê roja Pêncşemê serdana Diyarbekirê bike. Lê ji ber rewşa keşûhewayê serdana xwe paş xist. Ji beriya serdana xwe Kiliçdaroglu li Enqereyê got; di baweriya min de riya demokrasiyê di Diyarbekirê re derbas dibe û divê ti kes ji ber nasname û baweriyê xwe cuda neyê dîtin. Ev gotinên Kiliçdaroglu li Diyarbekirê hatin nirxandin.

Endamê CHPê parêzer Cevdet Nasiranli got; kurdan di salên 1980 û 1990an de gelek êş û azarên giran kişandin û CHP jî dixwaze vê birîna kurdan derman bike û vê pirsgirêkê di Parlamentoya Tirkiyeyê de çareser bike.

Parêzer Cevdet Nasiranli ji K24ê re diyar kir: “Divê em em hemû pirsgirêkan di parlementoyê de biaxivin. Di çarçoveya demokrasî û dadweriyê de bi aqileke hevpar em çareseriyeke peyda bikin. Divê em vê pirsgirêka çareser bikin da ku careke din li vî welatî pirsgirêkeke wiha çênebe. Ji ber vê yekê navnîşana çareseriyan parlemento ye. Serokê me yê giştî navnîşana rast gotiye û em jî destekê didine.”

Ji pêvajoya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019an ve CHP li ser çareserkirina pirsgirêka kurdî peyamên nerm dide. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî CHP dixwaze zêdetir dengên kurdan bistîne lewma siyaseta xwe nerm dike.

Mafnas û şîrovekarê siyasî Mehmet Emîn Aktar gotinên Kiliçdaroglu nirxand û got; ji beriya desthilatdariya xwe partiyên siyasî peyamên nerm didin lê heta ku hişmendiya civakê û nêrîna dewletê ya li ser pirsgirêka kurd neguhere û kurd di destûrê de neyên qebûlkirin ev pirsgirêk çareser nabe.

Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re eşkere kir: “Pirsgirêka mezin rêbaza nêzîkatiya dewletê ya li ser kurdan e. Kurd hatine qedexekirin, kurd nayên naskirin, gotine kurd tine ne, zimanê wan tine ye, mafê wan tine ye. îro dibêjin; kurd hene lê mafên wan tine ye. Dema ku ev hişmendî neyê guhertin, ev yek di destûrê de neyê gotin û desthilatdariya bi kurdan re parve nekî û rê nedîinkurdan da ku derbarê siberoja xwe de biryarê bidin mesele çareser nabe.”

Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de siyasetmedarên wekî Turgut Ozal, Suleyman Demîrel, Mesut Yilmaz,  Necmetîn Erbakan û Recep Tayîp Erdogan bi peyamên xwe gotine riya çareserkirina pirsgirêka kurd di Diyarbekirê re derbas dibe. Lê heta niha jî pênaseya pirgirêka kurd nehatiye kirin û ev pirsgirêk hê jî nehatiye çareserkirin. Vê carê jî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dixwaze riya demokrasiya Tirkiyeyê di Diyarbekirê re derbas bike. Raya giştî ya kurd dibêje; gotin û kirin ji hev dûr in, heta ku gavên şênber neyên avêtin ew tenê bi gotinan qaîl nabin.