Termên 9 koçberên Kurd ji Yûnanistanê bo Kurdistanê tên vegerandin

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çarenûsa hejmarek koçberên Kurd, ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çarenûsa hejmarek koçberên Kurd, ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, termên 9 koçberên Kurd yên ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, bo Kurdistanê tên vegerandin.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ragihand; şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 21ê vê mehê li Atîna paytexta Yûnanistanê bi berpirsên Wezareta Karûbarên Penaber û Koçberan ya wî welatî re hevdîtin kiriye û di civînê de behsa çarenûsa wan koçberan hat kirin ku di rêya Ewropayê de li nav deryayê de xeniqîne û bûne qurbaniyên bazirgan û qaçaxçiyên mirovan.

Herwiha eşkere kiriye; îro çarşemê 26ê Çileya 2022yan, Konsulê Giştî yê Yûnanistanê li avahiya Fermangeha Pêwendiyên Derve bi nûnerên malbatên qurbaniyan re hevdîtin kir û soz da wan ku çi ji destê wan were dê bo dîtin û zanîna çarenûsa qurbaniyan bikin.

Fermangeha Pêwendiyên Derve herwiha daye xuyakirin; ewê çend rojên din li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî termên 9 koçberên ku hatine nasîn, vegerînin Kurdistanê, lê ji ber xirabiya keş û hewayê û betalbûna geştên esmanî, proseya vegerandinê çend rojan paş ket.