Piştî bûyerên Hesekê, Iraq sînorê xwe bi Sûriyê re tundtir dike

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê: Kontrolkirina rewşa zîndana Hesekê û xweradestkirina endamên DAIŞê, nayê wateya ku metirsî nemaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca rêgirtina li derbasbûna çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo Iraqê, Iraq rênimayên ewlehiyê li ser sînor tundtir dike.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand, rênimayên tund li ser sînor hatin girtin ji bo rê li ber vedizîn û derbasbûna çekdarên DAIŞê bo Iraqê werin girtin.

Got jî: “Serdana Serokwezîrê Mistefa Kazimî bo navçeyên sînorî yên bi sînorê Sûriye re, peyamên girîng tê de ne ku fermandariya leşkerî ya bilind girîngiyê dide xurtkirin û tundkirina sînor.”

Diyar kir, li ser sînor xendeqeke bi firehî û kûrahiya 3 metreyan hatiye kolandin û têlên dirî, satirên axê, bircên çavdêriyê, kamêrayên termal, çekên pêşketî hatin danîn û herwiha gerên asmanî tên encamdan.

Got jî: “Hêzên Iraqî çavdêriya sînorê bi Sûriyê re dikin û em ji rewşa ku ji piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li ser zindana bajarê Hesekê rû daye, nîgeran in, ji ber wê divê em sînorê xwe bihêz bikin.”

Destnîşan kir jî: “Kontrolkirina rewşa zîndana Hesekê û xweradestkirina endamên DAIŞê, nayê wê wateyê ku metirsî derbas bûye. Em ê li ser wê bingehê tevbigerin ku metirsî hîn jî maye.”

Tekez kir jî, “Hêzên Iraqî sînoran bi tundî digirin û dê bi tundî û bi biryar bersiva her hewleke derbasbûn yan nêzîkbûna ji sînor ji aliyê teroristan ve bidin.”

Diyar kir jî: “Dirêjahiya sînorê bi Sûriyê re 605 k.m e. Hêzên Îraqî sînor bi temamî bihêz kiriye û em amade ne rûbirûyî her haleteke derbasbûna çi ji Sûriyê bo Îraqê, yan ji Iraqê bo Sûriyê bibin.”